Pirs: Li gorî resed û dîdevaniya heyvê ya ku di salên berê de li Turkiyê hatibû kirin, 10’ê Zilhiccê ango roja cejna Qurbanê ya yekem rastî filan rojê dihat. Di wan salan de Suûdî Erebîstan, cejna Qurbanê rojeke bi pêş de xistibû. Li gorî vê, hecî rojeke berê derketibûn ‘Erefeyê. Heciyên ji Turkiyê jî wiha kirin. Li gorî ku hec, ji ‘Erefeyê pêk tê û weqfeya di dema xwe de neyê kirin ne meqbûl e, gelo mesûlê vî karî kî ye?
Bersiv: Weqfeya ‘Erefeyê ji 9’ê Zilhiccê piştî nîvro dest pê dike û heta ku roj biçe ava dewam dike. weqfeya ‘Erefeyê, heta şefeqa roja din jî tê kirin. Meha Zilhiccê ji heyvên qemerî ye. Beriya wê meha Zilqa’de ye. Mîna her mehên qemerî, Zilka’de jî 29 an jî 30 roj e. Di 29’ê Zilka’dê de piştî ku roj çû ava, eger heyva ku di asoyê rojava de diçe ava bê dîtin, wê gavê meha Zihiccê dest pê kiriye. Lê eger heyv neyê dîtin, ji ber ku meha Zilka’dê dibe 30 roj, meriv digihîje bawerî û qenaeta ku 1’ê Zilhiccê roja piştî wê ye.
Bi sebeb taybetmendiya erdnîgariya dinyayê, heyv di heman rojê de li her derê nayê dîtin. Ji vê bonê destpêka mehê ji berê ve ye bûye mijareke ku gengeşî li serê derketine. Ji bo dawîanîna vê îxtilafê di bin serokantiya Turkiyê de hin xebat hatine kirin û Encumeniya Salnameya Dewletên Îslamê hatiye damezirandin. Encumeniya salnameyê zêrevanî û çavdêriyê nake, belbî guncaviya dîtina heyvê li gorî hesaban, berê diyar dike. Lê pirê alimên berê tesbît û diyarkirina meheke nû li ser esasê hesab, rast nedîtine û çavdêriya bi çavan şert dêrane. Serokatiya Karên Dînî, ji daîreyên muftîtîyê daxwaz dike ku çavdêriya heyvê bikin û rastiya hesabê ku Encumeniya Salnameyê kiriye didin nîşandan.
Suûdî Erebîstan, li gorî biryara diyarkirina destpêka mehên qemerî bi hesab, tev nagere. Ew, li gorî şahdeyiya kesên serî li deshilatdaran didin û dibêjin ku me heyv dîtiye, destpêkirina meheke nû diyar dikin. Hin caran di rewşên ku dîtina heyvê ne pêkan e û dîsa jî meheke nû tê îlankirin, qenaeta dibe ku yên çavdêriya heyvê dikin, xwe şaş an jî derew kiribin derdixe holê. Hewldanên Turkiyê ku desthilatdarên Suûdî îqna bikin, heta roja me tu encam nedane. Ji ber vê ye ku ew gengeşî û îxtilafa ji berê ve heye, hîn dewam dike.
Lê belê ev îxtilaf, tu carî rê nedaye ku di du rojan de weqfeya ‘Erefeyê bê kirin. Lewra Pêxember (s.a.w) wezîfeya Mîrîtiya Hecê daniye. Hecî jî divê di mêjûya ku Mîrê Hecê diyar dike de weqfeya ‘Erefeyê bikin. Lewra biryara ku ew di mijareke xwedî îxtilaf de bide, dê gengeşî û îxtilafê ji meydanê rake.
Ji Hezretî Muhemmed (s.a.w) hedîseke wiha hatiye ragihandin: “Rojiya we, di roja ku hûn rojî digirin de cejna we ya Remezanê di roja ku hûn dikin cejn de, ‘Erefeya we di roja ku hûn derdikevin ‘Erefeyê de cejna we ya Qurbanê jî di roja ku hûn goriyan tê de serjêdikin e.”[1] Li gorî vê dema weqfeya ‘Erefeyê, roja ku însan bi qenaeta ku roja ‘Erefeyê ye û tê de weqfê dikin e.
Ji Îmam Muhemmed hatiye neqilkirin ku wî wiha gotiye: “Kesê bi xwe heyv dîtibe, li gorî tesbîtên xwe di roja ‘Erefeyê de weqfê bike, weqfeya wî ne caiz e. Divê careke din jî digel Mîrê Hecê weqfê bike. Lewra roja ku tê de bi hev re weqfe tê kirin, eger di rastiyê de roja cejnê be jî ji bo wê civatê roja hecê ango ‘Erefeyê tê hesabkirin. Ne caiz e ku meriv di wexta weqfê de têkeve cihêwaziyê. Ji ber vê yekê weqfeya ku wî kesî bi tena serê xwe kiriye tu girîngiya wê tune ye. Eger Mîrê Hecê ji ber sedemekî ku nerîn û qenaeta wî caiz bidêre –hebe-, weqfê rojekê bi paş de bixe, weqfeya kesê ku berî wî bike jî ne caiz e.”[2]
Di encamê de weqfeya ku hecî li ‘Erefeyê dikin, ji ber şertên wê yên taybet tam û di cihê xwe de ye. Di derbarê weqfeya ‘Erefeyê, ne mumkin e ku Serokantiya Karên Dînî kiryareke cihê bike.