Pirs: Em bi malbatî li Elmanyayê dijîn. Keçeke mîn a 9 salî heye. Li dibistanên li Elmanyayê dersa avjeniyê mecbûrî ye, bi tu awayî jê muaf nayên girtin. Rewşa birayên me yên li wê derê dijîn jî wiha ye. Li gori dînê me, zarokên me yên keç heta kîjan temenî dikarin beşdarî dersa avjeniyê bibin? Eger hûn bi awayekî berfireh li ser vê mijarê lêkolînekê bikin û me pê agahdar bikin, em ê dilşad bibin.
Bersiv: Di derbarê pirsa we de ji Enstîtuya Zanyariyên Îslamî ya li Elmanyayê, me van agahiyên li jêr bidest xistin:
Di Dibistanên Elmanyayê de Dersa Avjeniyê yan jî Werzîşê
Daxuyaniya Gelemperî
“Ji bo têgihiştina pergala hîndekariyê li Elmanyayê, divê ku pergala eyaletê ya ku ji 16 eyaletan pêk tê, bê fêhmkirin. Her eyalet dikare ji hev cuda tev bigere. Mesela di dersa avjenî yan jî werzîşê (ango bedenparêzî) de dikarin biryarên cuda bidin. wekî mînak eyaleta Baverya û Baden-Württemberg, di Dibistana Navîn de di dersa avjenî û werzîşê de xwendekarên keç û kur jihev diqetînin. Ev biryar, da ku xwendekarên keç li hember lawan lawaz nekevin, hatiye stendin. Wekî din divê ku em vê jî bibêjin: Zagona tu dibistanekê, xwendevanan mecbûr nake ku keç û kur bi hev re dersê bibînin.
Xwendekarên Musluman
Di derbarê dersa avjenî yan jî werzîşê de eger weliyê wan dil bikin û dibistan jî bikaribe organize bike (mîna mamoste, dem û cih hebe), pêkan e ku xwendekarên keç û kur jihev bên veqetandin. Di derbarê vê mijarê de biryara dadgehê (Bundesverwaltungsgerichtsurteil sa25.8.1993 – 6 C 891 zu OVG Münster, 15.11.1991 -19 a 2198/91) ya di sala 1993 hatiye dayin, a ku ji bo hemî eyaletan girêdar e, heye. Lê belê ev biryar, bi tenê ji bo xwendekarên gihaştina temenê balixbûnê ye. Xwendekarên ku di asta dibistana seretayî de ne, (bi gelemperî) ji ber ku negihaştina çaxa balixbûnê, biryara (VG Düsseldorf, Aktenzeichen 18 K 74/05) a ku di sala 2005 de ji dadgehê hatiye dayin, wan mecbûr dike ku beşdarî dersê bibin.
Nerîna Me Di Vê Mijarê De
Eger dê yan jî bavekî misilman di vê mijarê de ji me alîkariyê bixwaze, em di serî de di çarçoveya biryarên dadgehê de wan agahdar dikin û em îfade dikin, bi sedem ku dibistan saziyên dewletê ne û mamoste jî memûrên wê ne, divê ku girêdayî bi van biryaran bin. Eger zarok hîn xwendekarê dibistana seretayî be, divê ku beşdarî dersê bibe û li hember dadgehê derfeta ku (dozê) qezenc bike, tune ye, lê eger xwendakarê dibistana navîn an jî lîseyê be (gihaştibe çaxa balixbûnê), an serî lê bide da ku xwendekarên keç û kur ji hev cuda dersê bigirin an jî li ser esasê biryara dadgehê ya sala 1993 hatiye stendin, xwendekar ji dersê muaf bê girtin. Di vir de tiştê ku divê meriv bala xwe bidê, meriv îsbat bike ku xwendekar (melese ya keç) şerm dike ku bi mayo derkeve hember xwendekarên kur û ji ber vê yekê ji aliyê derûnî ve bêhuzûr dibe. Lê belê ev, ji bo xwendekarê asta seretayî derbas nabe.
Hûn jî mîna ku di vê nivîsê de hatiye diyarkirin, dikarin tev bigerin.
Nîşe: Em spasiya Serokê Komela Îslamî Ya Elmanya Bakur (BİG), Birêz Ramazan Uçar ê ku nivîsa li jor gihande me, dikin.