Pirs: Ma durist e ku kesên xeyrimislim an jî keşe bikevin mizgeftên me û ayînên xwe bikin?
Bersiv: Di çavkaniyên siyerê (dîroka jiyana pêxember) de derbas dibe ku Filehên Necranê yên ku ji bo hevdîtina bi Pêxemberê re (s.a.w) hatibûn -hejmara wan şêst bû- li mizgefta Pêxemberê me ayîn û îbadeta xwe kirine. Muhemmed Hemîdullah vê bûyerê di jêgirtina ji Îbn Hîşam wiha radigihîne:
“Filehên Necranê, Ebû Harise kurê ‘Elqeme yê ku di rewşa serok û pîskoposê Midras a (dibistan û dadgeh) wan de bû, alîkarê wî ‘Ebdu’l-Mesîh di bin rêvebiriya serokê karwanê El-Eylem de şandeyeke ku ji şêst kesî pêk dihat şandine Medîneyê. Çavkaniya me di berbarê vê mijarê de pir agahiyan bi hûre kûrî dide: Kincên wan û hêştirên wan li ehlê Medîneyê pir bandor kiribû; piştî nîvro di demên dawî de li Mizgefta Nebî derketin hizûra Muhemmed (s.a.w). Piştre xwestin ku ayînên xwe yên taybet bikin; bi vê mebestê Qasidê Xwedê (s.a.w) derket derve û mizgeft bi van ve berda: “Di dema ayînê de berê xwe dan aliyê rojhilat.”[1]
Li gorî ku Pêxember (s.a.w) mizgefta xwe ji wan re hiştiye da ku ayîn û îbadeta xwe bikin, tê fêhmê ku di vê de tu mehzûrek tune ye.