Pirs: Di van deman de hin misilman angaşt dikin ku oldarên ehlikitêb yên ku karên baş dikin, herçiqas bi Hezretî Muhemmed baweriyê neyînin jî dibe ku têkevin bihiştê. Ji bo vê angaşta xwe jî ayeta 162’an ji sûreyê Beqere delîl tînin. Min li ser nerînên we yên di vê mijarê de lêkolîn kir. Hûn dibêjin, da ku kesên wiha bikevin cenetê, divê ku teblîxa Qur’anê negihaştibe wan. Ez, mebesta we ji teblîxa Qur’anê meraq dikim. Ma pêwîst e ku bi berfirehî û bi awayekî kûr û hûr ji wan re bê ravekirin, an xwendina ayetên Qur’anê carekê bi tenê be jî kafî ye? Di vî zemanî de digel ku gihiştina bi bal hemî agahî û zanyariyan ve bi rêya kanalên medyayê bi awayekî hêsan pêkan e. Ez hebûna hin însanên ku hêj hayê wan ji Îslamê çênebûye fêhm nakim. Piştî êrîşa 11’ê Îlonê, baweriya ku kesên dînê Îslamê hîn jî nebihîstine hene, gelek zehmet e. Eger hin kes, piştî nûçeyên di medyayê de derdikevin û dînê Îslamê bi awayê terorî didin nîşandan û digel vê jî misilman dibin û hinên din jî digel heman nûçe û xeberan rû dizivirînin, wê demê ma ev nabe pirsgirêka wan bi xwe? Ev însanên han bi sedem ku nûçe û xeberên neyînî di derbarê Îslamê de digirin, meriv dikare bifikire û ferz bike ku hîn teblîx negihaştiye wan û ji vê bonê dibe ku têkevin cenete? Di vê de pîvan çi ye?
Bersiv: Di Teblîxê de pîvan, ayetên Qur’anê bi zimanê ku fêhm dike bixwîne yan jî bibihîze. Kesên ku bi zimanê fêhm dikin, Qur’an nexwendibin an jî nebihîstibin, teblîx hîn negihaştiye wan. Agahdarbûna di derbarê Îslamê de bi rêya medyayê, ne kafî ye. Heta hûn dikarin gelekên seyda, xoce û hafizên ku Qur’anê jiber dixwînin jî tevlî bikin. Ev, ew kes in ku her roj Qur’anê dixwînin û nizanin ka çi dixwînin, ji xwe re dibêjin “divê mena wê nizanibe, fêhm neke…” Belê, kesên wiha ji xweparastina ji şirkê û ji kirina rastiyên (fitrî) gerdûnî (mîna dadwer, rastgo be û hwd.) û ji xwedûrkirin û nekirina qedexeyên gerdûnî (mîna derew, zina, dizî û hwd.) berpirsyar in. Pîvan ev e.