Fetwayen Kurdi
Di serdema pêşîn de ji bo têgihîştina mena Qur’anê, ma karê komxebatê dihate kirin?

Di serdema pêşîn de ji bo têgihîştina mena Qur’anê, ma karê komxebatê dihate kirin?

Pirs: Di mijara ravekirina Qur’anê bi Qur’anê de hûn her dem balê dikişînin ser karê bi hev re. Baş e lê belê, derxisitina agahî û zanayiyên rast û durist ji tiştên ku ji Qasidê Xwedê Teala tên û em bi “hikmetê” wan bi nav dikin, gelo bi heman rê û rêbazê hatine bidestxistin? An jî di vê mijarê de ji qasidan re îmtiyaz û cihêwaziyek heye?

Bersiv: Qasidê Xwedê Teala ji me re mînaka herî xweşik e. Ew, di babeta ka hikmet çawa tê derxistin jî ji me re mînak e. Di ayetên pêşîn ji sûreyê Muzzemmil de tê ragihandin ku wî, di dema Mekkeyê de bi komek ji hevalên xwe bi şevê dixwendin û di vê xwendina xwe de jî li ser esasê “tertîl”ê (bi hûrbûna li ser menayên wê), Qur’an dixwendin. Û ji ayeta paşîn ji heman sûreyî ya tê gotin ku li Medîneyê hatiye hinartin, tê fêhmê ku ew rewş demeke dirêj dewam kiriye.

Eger rewş ne wisa bûna, piştî wefata wî dê tu kesê ku vî karî bizanibûna, hînbibûna û bidana hînkirin, tune bûna! Encax, bûyer ne wisa ye. Heta di dema ku Qasidê Xwedê hîn li jiyanê bûye ji ber ku pêvajoya wehyê hîn dewam dikir, em dibînin ku tesbîtên wî û yên derdora wî hin caran bi wehyê hatine sererastkirin. Ev derfeta ha di destê me de tune ye. Ên ku dê şaşiyên me sererast bikin, dîsa yên mîna me ji wan ên ku hewl didin di mijarên wiha de hikmetê derxin holê.

Ji bo agahiyên befirehtir di derbarê têkilatiya sunet û hikmetê de em tewsiye dikin ku hûn nivîsa di lînka jêr de ye bixwînin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/kutsanan-gelenek-ve-kuran/kitap-ve-hikmet.html

Tiştên ku di Qur’anê de hatine qedexekirin, gelo ‘illetê wan li gorî çi tên tesbîtkirin?