Fetwayen Kurdi
Gelo rewşa kesên şizofren ji aliyê berpirsyariyê ve çi ye?

Gelo rewşa kesên şizofren ji aliyê berpirsyariyê ve çi ye?

Pirs: Di dînê me de ji bo yên “dîn” însanên ku denga wan a aqlî ne di cih de ye tê gotin ku li axretê pirs ji wan nayê kirin. Gelo sirf astengdarên zihnî dikevin vê kategoriyê? An jî şîrofren, paranoya û kesên nerihetiyên wan ên derûnî hene jî dikevin bin vê beşê? Mîna kesê şizofren dema curmekî bike, ma dê ji vî karê xwe berpirsyar neyê dîtin?

Bersiv: Di huqûqê de ji bo kesê ‘ji aliyê melekeyên aqlî ve bikaribe başî û xerabiyê, kar û zirarê jihev veqetîne’ re tê gotin aqîl û xwedî aqil. Dema aqil û qabiliyeta jihevqetandinê zirarê bibîne, berpirsyariyên meriv ên olî radibin.

Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz de wiha ferman dike:

Xwedê her kesî bes li gorî hêza wî, wî binbar dike.”[1]

Riwayeteke ku ji Pêxemberê me (s.a.w) hatiye ragihandin wiha ye:

Ji sê kesan berpirsyarî hatiye rakirin: Dînê ku aqlê wî tune ye, ji kesê di xew de heta hişyar bibe û ji zarok heta bigihîje çaxa balixbûnê.”[2]

Nexweşên derûnî, li gorî rabûna qabiliyeta wan a temyîzê bi temamî yan jî qismen; ji zikmakî, herdem an jî di demên xuya de derdikeve holê, cudahîtiyan nîşan dide. Ji ber vê yêkê her nexweş li gorî nexweşiya wî ka gelo hêz û qabiliyeta xwe ya aqlî û temyîzê ji dest daye yan nedaye, hukmên wan jî diguherin.

Kesên di vê rewşê de bin, heta ku nexweşiyên wan ên ku aql û hêza wan a temyîzê ji holê radikin berdewam bin, teserufên ku dikin ne muteber in. Di vê demê de ji ber curmên ku dikin tu ceza li wan nayê tetbîqkirin. Ew ji her celebên cezayên bedenî muaf in. Lewra ew ne ehl in ji bo tetbîqkirina cezayên bedenî. Lê belê, zirarên malî ku dane kesan, ji malê wan dê bê tezmînkirin.[3]



[1] Beqere, 2/286.

[2] Ebû Dawûd, Hudûd, 16; Tirmizî, Hudûd, 2.

[3] Çavkanî: Mustafa Uzunpostalcı, “İslâm Hukukunda Ehliyeti Daraltan veya Ortadan Kaldıran Sebepler”, İslam Hukuku Araştırmaları Dergisi, jimar 9, sal: 2007, rp. 67–100.