Pirs: Heram çi ye û cureyên wê çi ne?
Bersiv: Heram, çi tiştê ku kirina wê ji aliyê olî ve hatibe qedexkirin. Mîna vexwarina meyê, lîstina qumarê, kirina zinayê, xwarina malê yekî bi neheqî.
Ji tiştên heram re muheremat tê gotin. Kesên ku heraman nekin xêrê û yên bikin jî guneh bidest dixin. Di hin rewşan de di dinyayê de jî tên cezakirin. Mîna kesê zinayê bike 100 dar lê dikeve, ê diz destê wî tê jêkirin.
Heram jî mîna ku bi bal heram lîaynîhî û heram lîxeyrîhî ve tê teqsîmkirin, bi bal qismên herama qet‘î û herama zenî ve jî tê dabeşkirin.
Heram lîaynîhî: Ji tiştên ku bi sedem xerabî û zirara tê de ye hatiye qedexekirin re tê gotin. Mîna xwarina goştê heywana mirar, vexwarina meyê, lîstina qumarê, kirina zinayê, meriv diziye bike û bi neheqî canekî bikuje.
Tu mukelef nikare van tiştan bike. Bi vê rêyê, tu encameke huqûqî nayê bidestxistin. Eger bûbe mijar ji bo peymanekê, peyman betal tê jimartin. Kirîn û firotina heywanên mirar û meyê nayê kirin. Malê ku bi rêya qumar û diziyê hatibe bidestxistin eger heman mal hebe divê ew, eger ew tune be jî divê bedêla wî li xwediyê mal bê vegerandin. Bi zinayê ne neseb û ne jî mafê mîratê, sabit nabe. Di rewşên awarte de ji heram lîaynîhî meriv dikare hin tiştan bike. Kesê bitirse ku dê ji birçîbûnê bimire dikare ji goştê heywana mirar bixwe. Kesê tiştek di gewrîya wî de mabe û ji meyê pê ve tu tiştekî din nebîne, da ku nefetise dikare meyê vexwe. Lê belê encax bi mîqdarê zerûretê dikare wan tiştan bikar bîne.
Heram lixeyrîhî: Ji tiştên ku herambûn, ne di wê bi xwe de de be belbî bi sedemekî din hatibe heramkirin re tê gotin. Mîna xwarina malê kesan bi neheqî û kirîn û firotina di roja înê de di dema xwendina ezanê de. Herambûna xwarina sêva yekî ne ji ber sêvê bi xwe ye, belbî bi sedem ku xwediyê sêvê di xwarina wê de destûra me nedaye. Her wiha kirîn firotina di roja înê di dema ezanê de tu ferqa wê ji kirîn û firotinên di rojên din de tune ye. Encax herambûna wê ji ber ku Xwedê Teala di wê gavê de kirîn û firotin qedexe kiriye.
Herama qet‘î: Tiştê ku bi awayekî zelal û teqez bi delîleke şer‘î sabit bûbe. Ango bi Qur’ana Pîroz an jî herama ku bi awayekî zelal di hedîseke ku hatina wê ji Pêxember (s.a.w) teqez sabit bûbe, derbas bibe. Mîna vexwarina meyê, kirina zinayê, îsyankariya li hember dê û bavan û jin li hember zilamên biyanî deverên xwe yên mehrem vekin. Mandelkirina heramên ji vê beşê dibe sedem ji bo derketina ji dîn û meriv bibe kafir.
Herama zenî: Herama ku bi delîleke zenî lê xwedî hêz be sabit bûbe û ev delîl ji aliyê muctehidan ve nêzî delîleke qet‘î hatibe dîtin. Ev heram ji aliyê baweriyê ve ne mîna herama qet‘î ye. Kesê wê mandel bike nabe kafir. Lê belê ji aliyê ‘emelkirinê ve, mîna herama qet‘î ye. Di herama qet‘î de di navbera mezheban de tu îxtilaf tune ye. Qada ku mezheb tê de îxtilaf dikin, ferza zenî ye. Mezhebek tiştekî dikare heram bijimêre ji ber ku wî ew xistiye wê qadê, di halê ku mezhebekî din heman tiştî dikare helal bibîne. Mîna mezhebê Henefî, di nerîna xwe de bi delîleke ji aliyê hêz û qawetê ve nêzî delîleke qet‘î ye, delîl tînin û dibêjin xwarina heywanên deryayê yên ku ne di şeklê masiyan de ne, heram in. Lê belê mezhebê Malikî û Şafiî xwe bi mena giştî ya ayet û hedîsê ya mijarê ve digirin û dibêjin hemî heywanên deryayê helal in. Encax xwarina goştê berêz ji ber ku bi awayekî aşkere û zelal hatiye qedexekirin, di vê mijarê tu nerîneke cuda ji mezheban tune ye.