Pirs: Helal çi ye, gelo hûn dikarin wê tarîf bikin?
Bersiv: Helal, di ferhengê de bi mena ‘vekirina girêkê’, ‘serbestbûn û helalbûna tiştekî’ ye. Ev bêje, ji jêderka ‘hell’ (الحل) ya Erebî hatiye çêkirin û wekî têgeheke olî bi mena ‘tiştê ku ji aliyê olî ve kirina wê serbest be.’
Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz de wiha ferman dike:
“Çi tiştên li ser rûyê erdê hene, Wî hemî ji bo we afirandine…”[1]
Ev ayet dide nîşandan ku çi tiştê li ser rûyê erdê hene, ji bo însanan mubah e. Lê belê ji wan ên bi zirar û ne paqij û yên ku mafê hin kesên din in, bi ayetên din ji Qur’ana Pîroz hatine qedexekirin. Can û namûsa însanan jî ji wan tiştên ku hatine heramkirin. Piştî ku ewlehiya can, mal û namûsê ji tiştên ku ji bo domandina jiyanê şert û pêwîst in hatin bidestxistin, gotina “Di tiştan de esl û esas helalbûn e, tiştê ku li ser herambûna wî tu delîl tune be mubah e.” dibe prensîbekî fiqha Îslamê. Yanî heta hukmekî li dijber neyê dîtin, her tişt mubah û helal in.
Li gorî vê, dema yek biçe mala yekî û xwediyê malê xwarinekê îkramî wî bike, dikare jê bixwe. Yanî ne lazim e ku lêkolînê bike û li pey bigere “Gelo wî ev mal ji helalî bidest xistiye; pereyê wê xwarinê daye yan na; an jî wî ev xwarin xesp kiriye ango bi zorê bidest xistiye.”
Hatiye ragihandin ku Pêxember (s.a.w) wiha gotiye:
“Helal diyar e, heram jî diyar e. di navbera van herduyan de tiştên bi guman hene, pirê însanan wan nizanin. Kesê xwe ji tiştên bi guman biparêze, wî dîn û namûsa xwe parastiye. Kesê wan bike, mîna şivanê ku li nêzî hemiyekê heywanên xwe biçêrîne; dibe ku bikeve qada qedexekirî.”[2]
Meriv dikare vê hedîsê wiha rave û şîrove bike:
Eşya sê celeb in:
Tiştên helalbûna wan aşkere ne û di wê babetê de tu aliyê wan ên girtî tune ne: Mîna nan, fêkî, av, axaftin û birêveçûnê ye.
Tiştên herambûna wan kifş ne: Mîna tiştên meriv pê serxweş dibe, goştê berêz, goştê heywana mirar, qumar, zina û kirina derewan.
Tiştên ku di wan de girtîbûn heye, tiştên ku helalbûn an jî herambûna wan tam ne kifş in. Ev tiştên di wan de taybetiya ku meriv ji hin aliyan ve helal û ji hin aliyan ve jî heram binirxîne heye. Ango hem li ser herambûna wan û hem jî li ser helalbûna wan meriv dikare delîlê bîne. Di tiştên wiha de pirê însanan bi awayê pêdivî nikarin binirxînin û biryarekê bidin. Di mijarên wiha de encax muctehid dikarin biryarê bidin. Tiştên ku di vê qadê de ne, muctehidek dikare wê heram û yekî din wê helal bijimêre. Xweparastina ji tiştên di vê qadê ne, ji bo kesên ku ne di asta îctihadê ne, ji bo teqwayê pêdiviyek e. Tiştê ku di hedîsê de hatiye tewsiyekirin ev e. Meriv dikare li gorî biryara muctehidekî jî tevbigere. Lewra Xwedê Teala Di Qur’ana Pîroz de wiha ferman dike: “Eger hûn nizanibin, ji zaneyan bipirsin.”[3]